Enwer Muslim: Em ê berxwedana Kobanê mezin bikin

11:19

JINHA


KOBANÊ - Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim da zanîn ku ji îxtiyar heta ciwanan hemû Kobaniyî tevlî berxwedanê bûne û got, "Em ê berxwedana xwe bi gelê xwe, jin û ciwanên xwe re mezintir bikin. Ya bi serbikeve wê Kobanê be."


Berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 8. de dewam dike. Ne tenê şervanên YPG/YPJ'ê di serî de rayedarên kantonê, tevahiya gelê Kobanê li eniya şer e. Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim, nûçeyên li ser koçkirina gel derewand û destnîşan kir ku welatiyên Kobanê li dijî çeteyan, bi hêzên YPG û YPJ'ê re li eniya şer li ber xwe dide. Enwer got, "Şerê em dimeşînin şerekî demdirêj e. Ji biçûk heta mezinan îxtiyar-ciwan-jin hemû welatiyên kobanê li vir ji bo şer amade ye. Me xwe ji bo şerekî demdirêj ê li dijî DAIŞ û hêzên ji wê mezintir amade kirine." 


‘Ev berxwedana mezin a ciwanên Kobanê wê dîrokê binivîsîne’


Enwer balkişand ser tevlîbûna gelê Kobanê ya nava berxwedanê û wiha domand: "Ev berxwedana mezin a ciwanên Kobanê wê dîrokê binivîsîne. Gotin têra bilêvkirina lehengiya şervanên YPG'ê nakin. Ew dewama Emîrxan, Şêx Seîd, Îhsan Nûrî Baş, Qazî Mûhammed, Mele Mûstafa, Mazlûm Dogan û Kemal Pîr ên navê xwe li dîroka Kurd nivîsandin e." Enwer ragihand ku şerê wan ê li Kobanê dewam dike û hêza ew li dij şer dikin hêzeke ku xwedî piştgiriya dewletên navneteweyî ye. Enwer bi vî rengî axaftina xwe dewam kir: "Lê belê tevî van hemûyan jî ya bi ser bikeve wê Kobanê be. Em ê ti carî ji Kobanê dernekevin. Em ê berxwedana xwe bi gelê xwe, bi jin û ciwanên xwe, mezintir bikin."


‘Berî dereng bikeve, divê ya pêwîst bê kirin’


Serokwezîr Enwer Muslim rexne li hêzên Kurdistanî kir ku heta roja îro desteka wan a ji bo Kobanê gelekî qels maye û got, "Ne bi daxuyaniyan, divê her kes di pratîkê de destekê bide."


Enwer Muslim bibîr xist ku hêzên navneteweyî li Parîsê peymanek mor kirine û got, "Di peymanê de hatiye destnîşankirin ku DAIŞ ne tenê li hemberî Rojava wê li dijî Rojhilata Navîn û piştre jî tevahiya cîhanê hedef bigire û bi vî rengî biryara destwerdana li DAIŞ'ê hatiye wergirtin. Tevî ku êrîşên giran li hemberî Kobanê jî dikin, gelo çima destekê nadin? Berî dereng bikeve, divê ya pêwîst bê kirin. Lewma divê hemû dewletên navneteweyî yên tevlî peymanê bûne û DAIŞ weke dijmin ragihandine; DYA, Fransa, Îngilîstan, Rûsya, Tirkiye ji aliyê pratîkî ve destekê bidin YPG'ê. Ji bo jiyaneke biratî û aştiyane ya li cîhanê, divê em DAIŞ'ê ji herêmê ji Rojhilata Navîn biavêjin, herêmê ji wan paqij bikin."


(zt)