Bîlançoya rojekê ya berxwedana kon: 15 birîndar 21 binçavkirî
11:23
RIHA - Li ser sînorê Kobanê û Pisûsê di encama êrîşên leşker û polîsan de 15 kes birîndar bûn û yek jê Alman, 5 ji wan jin bi giştî 21 kes hatin binçavkirin.
Duh polîsan êrîşî konê çalakiyê ya ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê ku li ser sînorê gundê Etmanîkê hatibû vegirtin kirin û di encama êrîşê de 15 kes birîndar bûn û 21 kes jî hat binçavkirin. Di êrîşê de leşker û polîsan guleyên rastîn û guleyên gazê bi kar anî. 15'e kesên ku di êrîşa leşker û polîsan de birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Hat ragihandin ku piştî dermankirinê her 15 kes şandin malê.
21 welatî hatin binçavkirin
Di heman êrîşê de 21 welatî hatin binçavkirin. Di nava welatiyên ku hatin binçavkirin de welatiyek Alman jî heye. 21 welatiyên binçavkirî ku 5 ji wan jin in birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Pirsûsê. Hat hînbûn ku piştî pirsiyariya midûriyetê dê derxin dozgeriyê.
Çûna ambulansan hatin astengkirin
Wekî din jî di êrîşa duh de ambulansên ku xwestin biçin cihê bûyerê û birîndaran bibin xweşxaneyan hatin astengkirin. Her wiha ambulansên şaredariyê jî ji hêla leşker û polîsan ve hatin rawestandin û bi hinceta ku bi lez çûne nasnameyên wan kontrol kirin û di lêpirsîna GBT'ê de derbas kirin.
(zt)

