DAIŞ li Girêspî ji bo xwînê anonsan dike
11:26
Îlon
23
/ 2014
JINHA
RIHA – Çeteyên DAIŞ’ê yên ji YPG’ê darbeyên giran dixwîn ev du roj in li mizgeftan ji bo xwîn bê dayîn anonsan dikin.
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji 3 aliyan êrîşî Kobanê kirin ji ber ku ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) darbeyên giran dixwîn ketin nava panîkê. Çeteyên DAIŞ’ê birîndarên xwe yên li eniyên rojhilat û başûr tînin Girêspî û ji vir jî derbasî Tirkiyeyê dikin. Hate hînbûn ku ev du roj in ji bo xwîn bê dayîn çeteyên DAIŞ’ê ji mizgeftan anonsan dike. Anosên çeteyên DAIŞ’ê ji Kaniya Xezalan jî tê bîhistin.
(zt)
