3 girtiyan ji Girtîgeha Şirnexê firar kir
11:29
Îlon
23
/ 2014
JINHA
ŞIRNEX - 3 girtiyên edlî yên di Girtîgeha Şirnexê de diman fîrar kirin.
Li gor agahiyan, 3 girtiyên edlî yên di Girtîgeha Tîpa T ya Girtî û ya Vekirî de dihatin girtin fîrar kirin. Hate hînbûn ku, girtiyên bi navê Umît Ozdemîr (20), Recep Erdem (30) û Abdullah Yuksek (24) şevêdin firar kirine.
Nehate hînbûn ku girtiyan çewa fîrar kirine. Polîs û cendirmeyan ji bo girtiyên fîrar kirine bên girtin operasyon dan destpê kirin.
(zt)
