Pirsus di bin dorpêça polîsan de ye
11:46
JINHA
RIHA - Li sînor û navenda navçeya Pirsusê êrîşa polîsan pêk hat û navçe ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Piştî êrîşa polîsa û leşkeran li navenda Pirsusê serê sibê dîmenên OHAL'ê tên jiyîn. Polîsan navenda navçeyê dorpêçkirin û ji navenda Riha, Stenbol, Enqere û bajarên cuda gelek polîsên çewîk anîn navçeyê. Li kolana navçeyê ya herî qelebalix Qada Ataturkê gelek TOMA û wesayîtên zirxî tên sekinandin. Li riya welatî jê re diçin sînor nokteyên lêgerînê hatin danîn û di navbera Alîgor û Pirsusê nokteyên kontrolê hatine danîn. Polîs hemû wesayîtan radiwesîtin û kontrola nasnameyan û lêgerîna wesayîtan dike.
(zt)
