Leşkeran mudaxale li Roboskiyan kir

11:49

JINHA


ŞIRNEX  - Roboskiyên ku di 1000'emîn roja qetliyama Roboskiyê de xwestin li cem kevirê sînor yê hejmar 15 bernameyek bibîranînê lidarbixin rastî mudaxaleya polîsan hatin. 

Di 1000'emîn roja qetliyama Roboskiyê de, gelê Roboskiyê xwest ku li ser sînor li cem kevirê hejmar 15 bernameyek bibîranînê lidarbixin. Malbatên ku çûn heremê li vir rastî êrîşa leşkeran hatin. Leşkeran bi bombeyên gazê û avê êrîş li malbatan kir û di encama mudaxaleyê de gelek kes ji ber gazê aciz bûn. Malbatan jî bi keviran xwe parastin. Bûyerên li ser mudaxaleya leşkeran derketiye didome. 

(zt)