Welatî vegeriyan gundê Dewşenê

11:54

JINHA


RIHA - Piştî êrîşa ku ev 2 roj in li ser tê meşandin bi sedan welatî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê ji Pirsûsê vegeriyan gundê Dewşenê. 

Di seatên serê sibê de bi sedan welatiyên ku li ber avahiya DBP'ê ya Pirsûsê hatin cem hev daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de biryardariyê bi berxwedana Kobanê re anîn ziman û wiha hat gotin: "Di vê çalakiyê de bi tu awayî veger tune ye. Heta ku dorpêça li dora Kobanê têk biçe em ê berxwedana xwe ya li ser sînor bidomînin." Piştî daxuyaniyê bi sedan welatî li wesayîtan siwar bûn û ber bi sînor ve bi rê ketin. Wesayît li îstasyona petrolê rawestiya û piştî nirxandineke kurt dîsa welatî li welatiyan siwar bûn û careke din bi rê ketin. WesayÎt gihîştin gundê Dewşenê.

Şêniyên gund jî piştgirî da çalakiyê

Welatiyên ku gihîştin gund bi nîşaneya serkeftinê û bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana YPG'ê" ji wesayîtan daketin û li ser riya gund ketin rêzê. Her wiha welatiyên ku li erdê navbera Etmanîk, Ovan, Zehwam, Mehsen û Bêdhê li hev kombûn. Konbûna welatiyan hê jî didome.
Her wiha leşker jî xeta ser sînor girtine.

(zt)