Li Idlibê 30 endamên Cebhet El-Nusra hatin kuştin
11:56
Îlon
23
/ 2014
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrîşên ezmanî yên koalîsyona navnetewî de, îro li gundewarê Idlibê 30 endamên Cebhet El-Nusra hatin kuştin.
Li gorî gelek dezgehên çapemeniyê îro di saetên sibê de balefirên şer ên koalîsyona navnetewî li gundê Kefer Deryan yê girêdayî Parêzgeha Idlibê êrîşî navendên Cebhet El-Nusra kirin. Di encama êrîşan de 30 endamên Cebhet El-Nusra hatine kuştin. her wiha li gorî agahiyan tê gotin ku welatiyên sivîl jî di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.
(zt)
