Enwer Muslim çek hilda û parastina Kobanê dike

11:58

JINHA


KOBANÊ - Hat zanîn ku serok û wezîrên hikûmeta herêma Kobanê ji parastina herêma xwe çekên xwe hilgirtin û serdana welatiyan li gundên wan dikin.


Girêdayî êrşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêma Kobanê Cîgirê Serokê Hikûmeta herêma Kobanê Xalid Berkel  wiha got: "Serokê Hikûmetê Enwer Muslim tevî hemû wezîran çeka xwe hildan û serdana gund, deverên û eniyên herêmê dikin. Ev yek moral dide şervan û welatiyên herêmê ku li hemberî êrîşan li ber xwe didin."


Berkel dest nîşan kir ku destan û efsaneyên lehengiyê yên şervanên YPG/YPJ'ê û gelê berxwedêr ê Kobanê li çeperên şer, lehengiya gelê Kurd a rasteqîne nîşan dide. Cîgirê Serokê Hikûmetê Xalid Berkel wiha got: "Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gelê Kurd êrîşên Mexoliyan ên hovane tînin bîra me."


Berkel da zanîn ku gelê Kurd tu caran ax û welatê xwe bernade û ji bo parastina wan xwedî tekoşîneke bêhempa ye.


(zt)