Ji YPG'ê li hemberî çeteyan çalakiyan fedayî

12:30

JINHA


KOBANÊ - Şervanên YPG'ê li rojava, başûr û rojhilatê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyên bibandro lidar xistin û di encamê de 70 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.


Li gorî agahiyên ji eniyên şer ên herêma Kobanê hatine bidestxistin, şevê din li gundê Korik ê li başûrê  herêma Kobanê di navbera şervanên YPG'ê  û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn derketin. 5 Şervanên YPG'ê derbasî nava çeteyan bûn û bi saetan pevçûn dewam kirine. Şervanên YPG'ê bi awayekî fedayî xwe li nava çeteyan çalakiyeke fedayî lidar xstin û di encamê de 25 çete hatin kuştin.


Şervanên YPG'ê li gundê Ên El-Bet ê li rojhilatê herêm li dijî navendên çeteyan çalakiyek lidar xistine û têde 10 çete hatin kuştin. Di heman demê de şervanên YPG'ê li gundên Ziravik û Berbatan ên li başûrê Kobanê li dijî baragehên çeteyan çalakî lidar xist û di encamê de 25 çete hatin kuştin. Hêzên YPG'ê her wiha li dijî kombûneke çeteyan li gundê Şêxşoban ê li başûrê herêmê çalakiyek pêk anîne û encama çalakiyê de gelek çete hatin kuştin, lê hejmara kuştiyan nehate nasîn.


Yekîneyên parastinê mewziyên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Siftik ê li rojavayê Kobanê hedef girtin û di encamê de herî kêm 10 çete hatin kuştin.


(zt)