Ji leşkerê tirk bi qesetûre DAIŞ'ê gefên mirinê
12:55
JINHA
RIHA - Welatiyên di encama êrîşa leşker û polîsan de li Edmanîka Jêrîn asêmayîn rastî gefên mirinê yên leşker hat. Çawişeke pispor li cem wekîleke HDP'ê qesetûreya xwe derxist û gefên "Ev qesetûreya di destê min de endameke DAIŞ'ê diyarî min kir. Bi vê qesetûreyê serê 27 kesan hatiye jêkirin." xwarin.
Hate ragihandin ku li gundê Edmanîka Jêrîn a li ser sînorê Pirsus û Kobanê hinek leşkeran bi gotinên pesênên DAIŞ'ê dan û gef li welatiyan xwar. Wekîlên ji bo welatiyên di encama êrîşa polîs û leşkeran de li gund asê mayîn tahliye bikin hatin gund çawişeke pispor li cem wekîl qesetûraya xwe derxisti û got, "Ev qesetûreya di destê min de endameke DAIŞ'ê diyarî min kir. Bi vê qesetûreyê serê 27 kesan hatiye jêkirin." Piştre wekîlan dîmen lêkolîn kir û derket holê ku çawişê pispor ê ku behsa wî tê kirin di nava koma leşkerên roja borî bi Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak re nîqaş kirî de bû. Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz têkildarî mijarê de ji DÎHA'ê re axivî û diyar kir ku leşker gef li endamên partiya wan ên li pişt wan kirin û ew gotin ji wan re hatin gotin û wiha got: "Em ji bo hevalên xwe yên li gund asê mayîn bigirin çûn. Dema me bi rayedarên leşkeran re hevdîtin dikir çawişeke pispor ji hevalên me re qesesûreya di destê xwe de nîşan da û dibêje, 'Ev qesetûreya di destê min de endameke DAIŞ'ê diyarî min kir. Bi vê qesetûreyê serê 27 kesan hatiye jêkirin.' Pişt re hevalên me ev ji me re got. Di lêkolîna me di dîmenan de kir, em dît ku heman leşker roje berê di nava koma bi Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak re nîqaş kirin de bû."
‘Ev hîs dê vê erdnîgariyê ber bi felaketê ve bibe’
Faysal, anî ziman ku ev bûyerek ji rêzê nîn e û wiha axivî: "Ev hîs di hemû leşkerên tirk ên li ser sînor de heye. Polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên heyî vê yekê derdixe holê û cesaretê dide leşkeran. Gotinên wî çawişê pispor, gotinên gelek bi tirs in. Ev hîs dê vê erdnîgariyê ber bi felaketê ve bibe. Ev gotin sûcê mirovahiyê pêk tîne."
‘Çi be bila bibe ev gel dê rûmeta xwe biparêze’
Faysal, da zanîn ku gelê kurd êdî xwedî mekanizmayên xwe bi parêzin hene û wiha pê de çû: "Çi be bila bibe ev gel dê rûmeta xwe biparêze. Ji bo van çeteyên hov li ser vê axê bavêje dê her tiştî bike." Sariyildiz, bilêv kir ku ew dê axaftina çawişê pispor bibin rojeva meclîsê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dê pirsniyaznameya xwe amade bikin û pêşkêşî meclîsê bikin. Divê hikûmeta AKP'ê berpirsiyariya xwe bi cih bîne û derbarê leşker de lêpirsînê bide destpêkirin."
(zt)

