Avahiya DBP’a Pirûsê di bin ablukaya polîsan de ye

13:21

JINHA


RIHA - Li Pirsûsa ku ji saetên sibê de ye di bin ablukaya polîsan de ye, destur nedan ku hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek biçe avahiya partiya navçeyê.


Li gorî agahiyên ku hatine girtin hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek ku xwestiye bikevin kolana ku avahiya partiyê lê ye, ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin.


Taxa ku avahiya DBP’ê lê bû, bi panzer û TOMA’yan xistine bin ablukayê û hat hînbûn ku polîs berbi Yuksek ve çûye û li ser vê nîqaş derketiye.


Li ser bûyerê li Kolana Cumhuriyetê ku polîsan destur neda çûyîna Yuksel di nav de parlamenterê HDP’ê Îbrahîm Bînîcî jî hebû girseyeke qerebalix civiyaye.


Hate hînbûn ku nîqaşa Yuksel û Bînîcî ya polîsan re didome û gel bi dirûşmeyan bûyerê protesto dikin.


Alozî didome...


(zt)