Li Pirsûsê çûna ser sînor tê astengkirin
13:38
RIHA - Polîs li Pirsûsê welatiyên ku ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tên radiwestîne û bi darê zorê wan ji wesayîtan dadixin xwarê.
Li Şernex û Mêrdînê welatiyên ku xwestin biçin konê berxwedanê yê li gundê Dewşenê hatiye vedan li Pirsûsê ji hêla polîsan ve hatin rawestandin. Welatiyên ku di wesayîtan de ne bi darê zorê ji wesayîtan dadixin xwarê û nahêlin biçin konê berxwedanê. Ji ber ku li gelek deverên navçeyê noqteyên lêgerînê hatine danîn di navbera welatî û polÎsan de car caran rageşî derdikeve. Li ber şaredariyê kamyonek ji hêla TOMA'yê ve pêşiya wê hat birîn û nehiştin kamyon biçe konê berxwedanê. Di encama astengkirina komyonê de polîsan ajokarê kamyonê binçav kir. Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk ku piştî binçavkirina ajorkar xwest kamyonê bajo ji hêla polîsan ve hat astengkirin.Çelîk bi van gotinan bertek nîşanî atengiyê da: "Em dixwazin biçin ser sînor. Em bi otobusê diçin hûn nahêlin, em bi kamyonên servekirî dixwazin biçin dîsa hûn nahêlin. Heta ku ev xwîn û hovîtî bi dawî bibe dê ev berxwedana me bidome." Her wiha welatiyan jî bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana YPG'ê" bertek nîşanî pêkanîna polÎsan da û diyar kirin ku ew ê bi meşê heta ber sînor biçin.
Rageşiya li navenda Pirsûsê hê jî didome.
(zt)
