Bi sedan welatî vegeriyan Kobanê
14:01
JINHA
RIHA - Bi sedan welatiyên ji Kobanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn ji Deriye Sînor ya Murşîtpinarê vegeriyan Kobanê.
Gelek welatiyên ku dixwestin vegerin Kobanê li ber Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê 10 saetan ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Welatî piştî kontrolkirina nasnameyan ancax karin derbasî Kobanê bibin. Welatiyên ji Kobanê destnîşan kirin ku wesayîtên wan hatine desteserkirin û ji ber vê jî ji navçeyê heta ber deriyê sînor meşiyan e. Welatiyên ku ji ber nêzîkatiya rayedarên dewleta Tirk, bi gazincin wiha gotin: "Tu ferqa DAIŞ û Tirkiyeyê tuneye. Em bimirin jî em dê li ser axa xwe bimirin.
Welatiyê bi navê Muslumê Cîbnê (27) yê ji Kobanê hatiye diyar kir ku ji bo zarokên xwe li cihek ewle bicih bike hatiye vi alî û niha jî dixwazin vegerin welatê xwe. Cîbnê got ku wan bi çavê xwe dîtiye ku dewleta Tirk alîkarî daye çeteyên DAIŞ'ê û xwest ku ev piştgirî bê qutkirin.
Osman Yaremez (53) jî gazincên xwe anî ziman û wiha pêde çû: "Em ne dijminin in. Min xwest ez malek kirê bikin. Ji min 3 hezar û 500 TL xwestin. Hinekan avahî nedan me. Me heqeretên dewlata Tirk jî dît. Ji ber vê jî min biryar girt ku ez vegerim Kobanê. Ez dê biçim bi vê temenê xwe şer bikim. Niha ji malbata me 42 kes di nava YPG'e de şer dikin. Kobanê namûsa kurdan e. Îro roja namusê ye."
Welatiyê ji Kobanê Suleyman Girik (57) jî anî ziman ku ew dixwaze biçe Kobanê şer bike û wiha domand: "Dewleta Tirk, dixwaze em pars bikin. Destê xwe ji wan re vekin. Heta ez vê rezîliyê dikişînim, wê biçim ji bo axa xwe şer bikim. Li vir qedehek av jî nedan me. DAIŞ û dewleta Tirk wekî hev in. Ez spasiya xwe ji gelê bakûr re pêşkeş dikim. Niha dem dema parastina Kobanê ye. Ez dê biçim şer bikim."
(zt)

