Li Akçakaleyê tenê nuçegihanên DÎHA'yê bi guman in!
16:53
JINHA
RIHA - Li Deriyê Sînor ê Akçakaleyê polîsan nûçegihanên Ajansa DÎHA yê rawestandin û bi hinceta derbarê wan de gîlî heye wêneyên nasnameyên wan kişandin û lêgerîna wan kirin.
Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Rabîa Çetîn û Welat Yalçin ên ku diçin Deriyê Sînor ê Akçakaleyê yê Rihayê yê bi hatin û çûna çeteyan tê rojevê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsên nasnameyên nûcegihanên DÎHA yê girtin ji wan re gotin, "Hûn bi telefonê axivîne. Ji ber vê tevgera we ya bi guman welatiyan derbarê we de gîlî kiriye." û bi vê hinceta vala çanteyên nûçegihan vekirin û lêgerîn pêk anîn. Polîsan ji nûçegihanên DÎHA yê re gotin, "Seateke em li we digerin" li Akçakaleya çeteyên DAIŞ'ê bi rihetî tevdigerin nûçegihanên DÎHA yê şopandin balkêş e.
(zt)
