Polîs û leşker li Dewşenê êrîş kirin
17:41
Îlon
23
/ 2014
JINHA
RIHA - Polîs û leşkeran bi wesayîtên zirxî êrîşî girseya ku ji bo piştigiriyê bide berxwedana Kobanê ku li gundê Dewşenê kom bûbûn kirin.
Welatiyên ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê serê sibe bi girseyî çûbûn gundê Dewşenê rastî êrîşa polîs û leşkeran hatin. Êrîşa ku bi TOMA, wesayîtên zirxî wekî akrep û kîrpî pêk hat de gelek bombeyên gazê bi kar anîn. Girse li hemberî êrîşên gaza bombeyî bi kevir û dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" bersiv dan. Polîs û leşkeran jî bi anonsên "Em ê çekê bera serê we din" kirin. Pevçûna ku destpêkiriye hê jî didome.
(zt)
