Jinên Mêrdînê: Li ser sînor divê berxwedan bê mezin kirin …

08:48

Beritan Elyakut-Şehriban Aslan / JINHA


MÊRDÎN- Jinên Mêrdîn êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê şermezar kirin û ji bo xwedî derketina li berxwedana Kobanê bang li hemû kesî kirin biherikin sînorê Pirsusê.


Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê berdewam dikin ji jinên Kurdistan û Tirkiyê banga xwedîderketina li berxwedana Kobanê tên kirin. Yek ji van jinan jî Seher Acar e… Seher diyar kir ku ev bi salane ew ji boa x û zimanê xwe li ber xwe didin û got: “Li Kobanê bi salane ji bo ax û zimanê xwe me tekoşîn dikir. Ji ber wê ye Kobanê ev qas ji bom e giringe. Divê gelê kurd bi giyana seferberiyê biçin Pirsusê û li berxwedana Kobanê xwedî derkevin. Em dixwazin her çar aliyê Kurdistanê li wê bigihin hev. Ev şer heqareteke l ime tê kirin. Ez bang li dayîk, bav, ciwan û her kesê dikim bil ali hemberî vî şerî berxwedanê bikin. Ev ne tenê şerê Kobanê ye ev şerê me tevane.”


‘Şoreşa Rojava ya me tevane’


Seher li hemberî yên dixwazin şoreşa Rojava di Kobanê de bi fetisînin bang li gelên kurd, tirk, ereb, Êzidî, laz, çerkez, emeni, suryanî û hemû gelên bindest kir ku bil adi nava berxwedana Kobanê de rolê xwe zindî bilîzin û wiha got: “Em neçarin ji Şengal heya Kobanê berxwedanê bilind bikin ji ber şoreşa Rojava şoreşa me tevane. Banga gelê kurd ya xwedî derketina li berxwedanê jî peyîwira meye. Ji ber wê jî divê hema em bikevin nava hewildanan ji ber dibe ku sibê gelek derengbe.”


‘Emê ji tekoşîna xwe gav paşde nedin’


Seher anî ziman ku bi salane gelê kurd li ber xwe didin û dê ev berxwedana wan hêzê bide berxwedana Kobanê û wiha domand: “Em li ser sînor bê av û xwarin jî bimînin emê berxwedana xwe berdewam bikin û emê tucarî dest ji berxwedana xwe bernedin. Emê bi heyecan û moralek mezin li gel berxwedana Kobanê bin. Divê ciwan û pîr her kes beşdarî berxwedanê bibin. Em niha li cihê ku gotin qediyayene. Ji bo neletkirina DAIŞ’ê û rawestandina wan emê biçin sînor.”


‘Ji bo xwedîderketina li Kobanê divê em sînoran rakin’


Endama Navenda Jinan Peljîn ya ku dibiniya Şaredariya Dêrikê de xebatên xwe birêve dibe Gulseren Yuzal jî balkişand ser şerê giran yê li Kobanê berdewam dike û got: “Berî niha du sê rojan dema ku em çun sînorê Kobanê dewleta tirk li wê hovîtiyek mezin didan meşandin. Êrîşên leşkerên tirkan ser sînor hem ser welatiyên bakur û hem jî ser welatiyên ji Kobanê di hatin ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ne cudabûn. Me li didît kut irk alîkariyek mezin didin DAIŞ’ê û çeteyên DAIŞ’ê pir bi rehetî dikarîn li sînor re biçin û bên. Banga min bi rasît jî tenê ne hêlana Kobanêye. Divê em bi hev re li Kobanê xwedî derkevin û sînor rakin.”


 (zt)