Jinan li hemberî êrîşên DAIŞ’ê banga raperînê kirin

09:49

Berivan Sumer / JINHA


WAN – Welatiyên Wanê jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kantona Kobanê şermezar kirin û bang li hemû kesên xwedî wijan kirin ji bol i berxwedana Kobanê xwedî derkevin.


Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê qirkirinên der mirovane pêkanîn, vê carê jî êrîşên der mirovane ser kantona Kobanê didin kirin. Li hemberî van êrîşan hinek bê dengiya xwe di parêzin. Gelên Bakurê Kurdistanê jî çî ji destê wan tên ji bo Rojava û Kobanê dikin. Welatiyên Wanê ev êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê şermezar kirin û dan diyar kirin ku dê li hemberî vê zilmê bê deng nemînin. Ji welatiyan Sabuha Teyşin jî êrîşên çeteyan ser Kobanê şermezar kir û got: “Em hemû yekin heger îro li Rojava êrîşên hovane dikin dê sibê ser me jî bikin. Divê li hemberî van êrîşan em bibin yek.”


‘Divê hemû kesên xwedî wijdan ji bo rawestandina vî şerî hewilbidin’


Sabuhat bertekên tund nîşanî êrîşên leşker û polîsên tirk ser sînor hemberî welatiyên sivîl û wiha domand: “Hevalên me yên li wê ji bo alîkarîdayîna gelê mazlum û rawestandina xwînê li wê tekoşînê dikin. Lê leşkerên tirk bi çekan û bombeyên gazê mudaxeleyî gel dikin û bersivê didin. Ez niha ji her kesê di pirsim: Gel oma mivovahî miriye? Divê her kesên ku xwedî wijan ji bo rawestandina vî şerî tuşta ji destê wan tê bikin. Her kesên dibêjin em xwedî wijdanin divê xwe tevlî berxwedanê bike û biçuk ber jî tuşta ji destê wan tê bikin û destê xwe yê alîkariyê dirêjî Rojava bikin. Divê her kes li hemberî vê wehşiyetê rabin ser lingan.”


‘Tenê kurd li hemberî DAIŞ’ê şer dikin’


Zehra Ayyildiz jî da zanîn ku tenê dewletek jî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer nakin û got: “Bila êdî ev şer biqede û mirov bi aramî bijîn. Em li gel welatiyên Rojavane û heya dawiyê emê li gel wan tekoşînê bilind bikin ji bo rawestandina vê zilmê. Tenê yên perçiqandî kurdan dibînin. Li hemberî DAIŞ’ê niha tenê kurd şer dikin. Cardin di encama vî şerî de zarok dimirin. Bila neyê ji bîr kirin li gel mirina zarokan mirovahî jî dimire û tê bin ax kirin. Divê mirovên me bi yek dilî tekoşînê bilind bikin.”


‘Divê gelê kurd rabin ser lingan’


Welatiyê bi navê Fuat Durgun jî bi gotina “DAIŞ ji ku derket” dest bi axaftina xwe kir û wiha axivî: “Nêzîkatiyên navbera DAIŞ’ê û hikumeta AKP’ê her kes dizane. Em dizanin yek ji dewletên herî zêde alîkariya DAIŞ’ê dike jî Tirkiyeye. Gel oma evane ji rijandina xwîna kurdan zewqê digirin? Bil adi nava xwîna di rêjin de bi xeniqin. Êdî destê xwe ji vî şerî bikêşe û li mirovbûnê vegere.”


 (zt)