Başûr û rojavayê Kobanê şerên giran

10:06

JINHA


KOBANÊ – Şer û pevçûnên ku di 15’ê îlonê li hersê eniyên herêma Kobanê despêkirin bi hemû germahiya xwe di navbera şervanênYPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê  berdewam dike.


Çeteyên DIAŞ’ê bi hemû çekên xwe yên giran êrîşê herêma Kobanê dike, lê rastî bersîva tund ya şervanên YPG’ê û gelê Kobanê tê. Di herdû rojê  derbazbûyî de şervanên YPG’ê derbeyên  giran li çeteyên DAIŞ’ê dan. Şevên din li eniyên başûr û rojavayê herêma Kobanê Şer û pevçûn dijwar derketin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin. Lê ji ber dijwarî şer encama kuştiyên çeteyên DAIŞ’ê ne hat zanin. Li gorî agahiyên ji herêma şer hatine girtin çeteyên DAIŞ’ê bi hovane herêmên sivîlan tevlîhev top baran dike.


Şer û pevçûn li herêmên başûr û rojavayê kobanê di asta xwe ya herî bilin de berdewam dike.


(zt)