Çeteyê birîndar sewqî nexweşxaneya taybet hate kirin

10:12

JINHA


RIHA  - Çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Ramîz Mahmut ê ku di operasyona YPG'ê ya li Til Ebyadê li dijî çeteyên DAIŞ'ê da destpêkirin birîndar bû piştî li nexweşxaneya dewletê sewqî nexweşxnaeyek taybet hate kirin.

Çeteyê bi navê Ramîz Mahmut ê ku 21 salî û hate zanîn ku welatiyê Îrlandayê ye û di operasyona YPG'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê daye destpêkirin de birîndar bûn duh ji Deriyê Sînor ê Akçakaleyê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akfî Înan a Rihayê. Dema endamê çeteyên DAIŞ'ê Mahmut li nexweşxaneyê dihate dermankirin tedbîrên gelek berfireh hatin girtin. Piştî mudaxeleya yekemîn çete di bin kontrola polîsan de sewqî nexweşxaneyek taybet a navê wê nehate zanîn kirin.

(zt)