Gel ji Pirsûsê ber bi sînor dimeşe

10:16

JINHA


RIHA - Li ser banga DBP’ê  ji bajar û navçeyên cuda vê sibehê bi hezaran kes gihiştin Pirsûsê û ber bi sînorê Kobanê ve ketin rê.


Li ser banga DBP’ê ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê  bi hezaran kes hatin Pirsûsê û girse ber bi sînorê Kobanê ket rê. Bi hezara kes ber bi gundê Dewşan ku konên nobetê lê hatine vedan bi wesayît û meşê ketin rê û her wiha li aliyê din jî hatina gel a Pirsûsê didome.


DBP’ê duh daxuyaniyek da û diyar kir ku berxwedana Kobanê têkoşîna hebûnê ye û bang li hemû rêxistinên navend û navçeyan kiribû ku wê biçin Pirsûsê. Li ser bangê di saetên şevê de bi dehezaran kes ketin rê vê sibehê gihiştin Pirsûsê.


(zt)