Welatiyê Kobanê hat, îşkence dît û paşde vegeriya
10:32
JINHA
RIHA - Dewleta tirk ku ji bo avakirina heêma tampon hewlda Kobanê vala bike û ev daxwaza xwe bir civîna Neteweyên Yekbûyî (NY), welatiyê bi navê Ebdullah Hemed Ehmedê ku ji Kobanê hat binçav kir û 300 heywanên wî jî desteser kirin. Ebdullah diyar kir ku leşkerên ku li ser sînor êrîşî gel kirin ketin malên welatiyên gundê Etmanîkê û gef li welatiyan xwarin. Ebdullah vegera xwe bi van hevokan anî ziman: "Ez ê biçim li ser axa xwe bimirim ji vir çêtir e."
Dewleta tirk ku duh bi awayekî fermî daxwaza xwe ya avakirina herêma tampon ji raya giştî re aşkera kir, hewldana wê ya valakirina Kobanê bi berxwedana ser sînor vala derket. Ligel êrîşên polîs û leşkeran ên li ser gelê Serxetê, pêkanînên wan ên li hemberî welatiyên Kobanê rê li ber vegera gel a dîsa vegerin Kobanê vekir. Ebdullah Hemed Ehmed ê ku ji gundê Qeremezrayê ye piştî meşa bi zehmet a 3 rojan 300 heywanên xwe li gel xwe anî û derbasî gundê Ovanê ya Serxetê bû. Ebdullah îdia kir kuwextê ku sînor derbas kir ji hêla leşkeran ve hatiye binçavkirin û 300 heywanên wî jî ji hêla leşkeran ve hatine dizîn. Ebdullah piştî îşkenceyê û birina 300 heywanên wî ji Deriyê Serxetê vegeriya Kobanê.
Ebdullah diyar kir ku dema ku sînor derbas kir ji hêla leşkeran ve har binçavkirin û îşkenceya kê hatiye kirin wiha anî ziman: "Li qereqolê 3 seatan li min xistin. Bêvila min şikandin. Wextê ku min serbest berdan min pirsa heywanên xwe ji leşkeran kir. Wan jî got ku 'dizan' heywanê te birine. Min njÎ ji wan re got ku 'wextê we ez binçavkirim heywanên min jî li cem min bûn'. Ligel vê yekê jî min encamek bi dest nexist. Piştî ku min ev pêkanînên leşkeran dît min biryar girt ku ez vegerim Kobanê û li hemberî çeteyan şer bikim. DAIŞ'ê malên me, leşkeran jî heywanên me wêran kirin. Ma di navbera herduyan de çi cudayî heye. Ez ê biçim welatê xwe şer bikim û canê xwe bidim. Ev baştir e."
Ebdullah da zanîn ku wî xwestiye giliyê leşkeran bike, ji ber ku jê re gotine 'li vir gotinên te pere nake' û wiha pêde çû: "Bila hemû dinya bibe yek vê yekê bibihîze û bibîne. Deriyê xwe ji me re vekirin û ev zilm li me kirin. Ez diçim li ser axa xwe şehîd bikevim."
Gef li welatiyên Etmanîkê xwarin
Hate ragihandin ku piştî êrîşê leşeker ketin malên welatiyan gef û heqaret li wan xwarin. Meleyê gund ê teqawîtbûye Mele Abdurrahman diyar kir ku polîs û leşkeran welatiyên ku ji ber bombeyên gazê xwe avêtin malên wan wekî hincet nîşan dane, gef li wan xwarine û rastî heqaretan hatine. Mele Abdurrahman got ku leşker û polÎsan bi vê hincetê li gelek kesan jî xistine.
Mele Abdurrahman anî ziman ku li amlê 3 zarokên wî yên biçûk ji ser hişê xwe çûne û bilêv kir ku leşkerên ketine malê gef li wan xwarine û heqaret li wan kirine û diha pêde çû: "Ji me re digotin we çima ciwan û kesên birîndar li mala xwe vehewandiye. Wextê ku wan hewl da êrîşî zarokên min bikin ez ketim navbera wan û wê gavê hewl dan êrîşî min jî bikin. Ji ber ku zarok bombeyên gazê kom kirine hewl dane êrîşî wan bikin. Ji bo ku ser êrîşên xwe bigirin bombeyên gazê yên avêtine kom dikin."
Mele Abdurrahman derbirî ku di êrîşê de camên mizgeftê jî şikestine û 3 kalên ku li mizgeftê bûn bi darê zorê derxistin. Mele Abdurrahman bang li alema îslamê kir ku li hemberî vê hovîtî û zilmê bêdeng nemînin.
(zt)

