Kesên hatin binçavkirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan

10:38

JINHA


RIHA - Welatiyên di çalakiyên bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê yên 6 rojin berdewam dikin hatin binçavkirin hemû serbest hatin berdan.

Ji 9 kesên duh di berxwedana Pirsusê de hatin biçavkirin jê 8 kes serbest hatin berdan û zarokê bi navê Berzo Huseyîn ê Rojavayî yê di dema ava şide pişta wî şikestî li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê tê dermankirin.

Welatiyên roja borî hatin binçavkirin jî şevê din sewqî Edliyeya Pirsusê hatin kirin. Hemû welatî serbest hatin berdan û 4 welatî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

(zt)