Dayîk jî bi hêza xwe tevlî berxwedanê dibin
11:07
JINHA
KOBANÊ -Dayîkên herêma Kobanê ji bo şervanên xwe yê li hemberî çeteyan şer dikin, xwarinê amade dikin. Dayîkan gotin ku ji bo parastina xaka Kobanê çi bikeve ser milê wan wê bikin û tu caran Kobanê bernadin.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku ji 15' îlonê ve destpê kirin, dayîk û jinên herêma Kobanê tevlî seferberiyê bûne û li derdora şervanên YPG'ê kom dibin. Dayîkan çek hilgirtine û li rex şervanên YPG/YPJ'ê parastina herêma xwe dikin. Jin û dayîkên herêmê her wiha ji bo keç û xortên xwe ku li çeperên şer cihê xwe digrin rojane xwarinê amade dikin. Piştî ku xwarinê amade dikin wê ji bo şervanên li eniyên rojava, başûr û rojhilatê herêmê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şerê hebûn û tunebûnê dikin, dişînin. Dayîkan diyar kirin ku ew tu caran xaka xwe bernadin û rê nadin ku çete derbasî xaka ya pîroz bibin.
Dayîkên Kobanê ku di berxwedanê de xwedî par in soz dan hemû tekoşeran ku riya wan dewam bikin û herêma Kobanê bi hemû derfetên xwe biparêzin.
(zt)
