Li Rihayê pêkanînên OHAL'ê
11:47
JINHA
RIHA - Bi hezaran kes ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê ber bi navçeya Pirsusê ya Rihayê ve diherikin. Li Rihayê tedbîrên OHAL'ê hatine girtin. Ligel hemû astengiyan welatî bi israr ber bi sînor ve dimeşin.
Bi hezaran welatiyên ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê ber bi sînor ve diherikin û li Rihayê ji ber vê yekê tedbîrên awaret hatin girtin. Ji derketina Rihayê heya Alîgorê hemû rê ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatine girtin û ji wesayîtan re hatine qedexkirin. Li ser riyan kontrola nasneyan tê kirin. Hate ragihandin ku ketina bajar ji rojnamegerên qartên wan ên zer heyî re tenê destûr tê dayîn.
Welatî astengiyan nasnakin
Ligel vê yêkê riyên hemû gundên girêdayî navçeya Pirsusê yên nêzî sînorê Kobanê ji aliyê polîsan ve hatine girtin û destûrê nadin welatiyên herêmê jî malên xwe derbikevin. Ji bajarên weke Enqere, Stenbol, Konya, Riha û Dîlokê gelek tîmên taybet û polîsên çewîk hatin sewqkirin. Hemû kolanên navçeya Pirsusê jî ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Ligel hemû astengiyan welatî ber bi sînor ve bi israr dimeşîn.
(zt)
