Li Hewlêrê doza 5 Tecawîzkaran hat dîtin
11:49
JINHA
HEWLÊR - Li 1’emîn Dadgeha Tewan ya Hewlêrê di 5’emîn runiştina doza 5 mêrnê di 6’ê meha çile ya sala 2014’an de li Hewlêrê keça 16 sali ya Kobanî dema ji kar dihat tecawîz kiribûn hat dawîkirin. Di dozê de 3 ji wan her yekê 15 sal hatin ceza kirin, 2 kesên dinê jî her yek 7 salan hatin ceza kirin.
Piştî despêkirina şoreşa Rojava ji gelek aliyan ve êrîşên çeteyan ser Rojava berdewam kirin. Ev êrîş bûn sedema gelek koçberiyan. Ew welatiyên ji Rojava koç dikirin li cihên weke başurê Kurdistanê rastî desdirêjî û bê mafiyan dihatin. Herî zêde jî jin rastî bûyerên weke tacîz û tecawîzê di hatin. Yek ji van bûyeran jî dema ku di çileya sala 2014’an de keça 16 sali ya ku bi xwe welatiya bajarê Kobanê ya Rojava bû û li Hewlêr weke koçber jiyan dikir êvariyekê ji kar dihat ji aliyê 5 mêran ve hatibû girtin û tecawîz kirin. Ev bûyera ne mirovane di medyayê de bû sedema nerazîbûnên tund wê demê. Piştî wê bûyerê her 5 kes hatibûn girtin.
Li 1’emîn Dadgeha Tewan ya Hewlêrê 5’emîn runiştina doza her 5 tecawîzkaran hat dîtin. Di runiştina 5’emîn de doz bi dawî bû. Ji bo 3 kesan her yek 15 sal û ji bo 2 kesên dinê jî her yek 7 sal ceza hat dayîn.
(zt)

