Pêşveçûna YPG'ê ya ji Serêkaniyê ber bi Kobanê didome
11:56
JINHA
SERÊKANIYÊ - Di pêngava YPG'ê ya ji bo şikandina dorpêçiya Kobanê ji Serêkaniyê hat destpêkirin de, di roja çaremîn de şer û pevçûn bi dijwarî dewam dikin.
Operasyona hêzên YPG'ê ya ji bo şikandina dorpêçiya Kobanê di 20'ê Îlonê de ji başûrrojavayê Serêkaniyê destpê kir, bi çalakiyên YPG'ê û pevçûnên dijwar dewam dike. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hêzên YPG'ê bi tundî bersivê didin çeteyên bi topan derdorê bombebaran dikin. Ji ber şer û pevçûnên giran agahiyên zelal nayên girtin. Navenda Çapemeniya YPG’ê di 23’ê Îlonê ragihandibû di pêngavê de 40 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin.
Şer û pevçûn li herêma başûrê rojavayê Serêkaniyê didomin.
(zt)
