Silopî amadekariyê pêşewazî kirina cenazeyên YPG û YPJ'iyan dikin

12:41

JINHA


ŞIRNEX - Cenazeyên 7 endamên YPG û YPJ'ê yên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li gundên Şermûx û Ebû Qesayîb ên Qamîşlo jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatan ve li Qamîşlo hatin wergirtin. Li bendêne ku cenaze piştî nîvro bînin Deriyê Sînor ê Xebûr û gelê Sîlopî jî ji bo cenazeyan pêşwazî bike dest bi sekinandinê kir.

Cenazeyên endamên YPG'ê Ozel Atak (Çiya Leylo), Halîl Dogan (Delîl Bagok), Şehmus Salik (Botan Mêrdîn) ên di 16'ê îlonê de li gundê Şermûxê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên endamên YPG û YPJ'ê Mahmut Zengîn (Birûsk Serhed), Neslîhan Çîftçî (Tolvîn Cûdî), Ferhat Aydin (Rênas Andok) û Cemîle Erol (Avşîn Basiya) ên di 19'ê îlonê de li gundê Ebû Qesayîb ên Qamîşlo di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatan ve ji Qamîşlo teslîm hatin wergirtin û ber bi Deriyê Sînor ê Xebûrê ve derxistin rê.

Hate ragihandin ku parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî bi konvoya cenaze re ye û konvoya cenazey li Deriyê Sînor ê Sêmalka tê sekinandin û pişt karên fermî dê ber bi Deriyê Sînor ê Xebûrê ve bi rê bikeve.

Ji bo cenazeyan pêşwazî bike bi hezaran welatî li ber avahiya DBP'ê ya Sîlopiyê hate cem hev û li benda cenazeyan in. Li navçeyê hemû esnafan dikanên xwe girtin û ji bilî dermanfiroş û firinan tu dikan vekirînî nîn in.

Tê gotin ku piştî nîvro dê cenaze bigihijin Deriyê Sînor ê Xebûrê û cenaze dê ji aliyê welatiyan ve bên pêşwazîkirin.

(zt)