Li Kobanê çete bi cilên sivîlan êrîş dikin

13:28

JINHA


KOBANÊ - 3 Çeteyên DAIŞ'ê li başûr-rojhilatê Kobanê cilên sivîlan li xwe kirin û xwestin ku êrîşî şervanên YPG'ê bikin. Hersê çete jî ji aliyê YPG'ê ve hatin kuştin.


Îro beriya 2 saetan yekîneyeke şervanên YPG'ê li başûr-rojhilatê herêma Kobanê dema derdikevin erkên xwe yên parastinê rastî 3 çeteyên ku cilên sivîlan li xwe kirine tên. Hersê çete gazî şervanên YPG'ê dikin û hewl didin ku şervanan bixin kemînekê. Lê şervanên YPG'ê nas dikin ku ev hersê kes çete û wan dikûjin. Şervanên hewl dan ku nêzî cenazeyan hersê çeteyên kuştî bibin dîtin ku li pey wan tank û doçkayên DAIŞ'ê sekinî ne. Şervan yekser ji wê deverê vedikşiyan û xwe ji xefk û kemînên çeteyan rizgar kirin.


(zt)