Heyeta Jinên Aqilmend tê avakirin

13:04

JINHA


AMED – Di encamnameya 2’yemîn Hevdîtina Jinên KCD’ê de hat diyar kirin ku muzakere di şert û mercên wekhev de dest pê nekir lê jin dê di pêvajoya çareserî û muzakereyê dê heyeta aqilmend a jinan avabikin û dê bi jinên kurd û tirk re xebat bê meşandin.


Encamnameya 2’yemîn Hevdîtina Jinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat aşkerakirin. Hevdîtina ku di 14’ê nîsanê li avahiya KCD’ê de pêk hatî de ji 34 saziyan 64 jin der barê pêvajoyê de nêrînên xwe anîn ziman. Hevdîtina jinan bi pêşengiya Meclisa Jinan a Kongreya Civakî pêk hat. Jinên kurd bi ser navê ‘Di pêvajoya muzakereyan de rola jinê û di makeqanûnê de alîgiriya jinê’ nîqaş dan destpêkirin.


‘Têkoşîna bi salan’


Di encamnameya 2’yemîn Hevdîtina Jinan de qala pêvajoya 40 salan hat kirin û wiha hat gotin: “Bi serhildana Tunusê dest pê kir, têkoşîna 40 salan a li Rojava,  li bakurê Kurdistanê berxwedana girtiyan û herî dawiyê têkoşîna 14 sal in li Îmraliyê tê dayîn. Pêyama birêz Abdullah Ocalan a ku di Newrozê de hatî xwendin ‘Ev ne dawiye, destpêkeke’ ji bo me jinan girîng e.”


‘Helwest û nêzîkatiya AKP’ê diyar e’


Jinan di encamnameyê de destnîşan kir ku pêvajoya muzakereyê di şert û mercên wekhev de dest pê nekir û wiha hat destnîşan kirin: “AKP li gorî xwe pêvajoyeke çareseriyê û muzakereyê da destpêkirin. Di civîna me de hat destnîşan kirin ku divê jin di vê pêvajoyê de bibe mudaxil. Di Komîsyona Mirovên Aqilmenda de temsîliyeta jinê kêm e.  Niha jî operasyonên siyasî leşkerî didome, qereqolên nû tên avakirin, cerdevanên nû tên amadekirin, komkujiya jinê didomin, kujer tên parastin û xweza tê tehrîpkirin. Di şexsê Ceylan Onkol de faîlên komkujiya Roboskê tê veşartin. Ev nêzîkatî helwest û nêzîkatiya AKP’ê nîşan dide.”


‘Dê roleke aktîf bigirin’


Di 2’yemîn Hevdîtina Jinan a KCD’ê de biryarên ku hatî girtin wiha ne:


"- Di pêvajoya çareserî û muzakereyê de avakirina heyeta aqilmendan, di çarçoveya bernameya hevpar a jinên kurd û tirk de ev xebat bê meşandin.


-Di civînê de  avakirina komîsyoneke ku pêvajoya vegera li gundan bişopîne û polîtîkayên aboriyê yên komînal ên jinan bike jiyanê û ev komîsyon demildest dest bi xebatê bike.


- Di van heyetan de divê tespîtên hêmaya aktîf ya vê pêvajoyê yên malbatên gerîla û leşkeran ku rastî koçberiyê hatine, Dayikên Şemiyê, jin û tevgerên jinan û kesên LGBT bê kirin û bi jinên kurd û tirk re xeta têkoşîneke hevpar bê avakirin û di bin yek siwaneyekê de bînin cem hev.


- Delegasyonên  Konferansa jinan  a ‘Ji bo aştiyê hewldana jinan’ a di 4’ê gulanê de pêk tê di civînê de hatiye diyarkirin.  Ji bo vê konferansê banga tevlibûneke delegasyona temsîlî hatiye kirin.


- Ji bo ku komên baweriyên cuda û etnîk yên Kurdistanê tevli hevdîtinên bi vî rengî bibin, komîte bê avakirin. Di vê komîteyê de meclisê jina yên KCD, HDK, SKM û Tango Med hatine peywirdarkirin.


- Ji bo serdana Rojava biryara avakirina heyeteke jinan hatiye girtin.


- Biryara serdana rojekê ya ji bo piştevaniya malbatên Roboskê hatiye girtin.


 -Ji bo ku jinên li Dêrsimê dest ji cerdevaniyê berdin heyete ji jinên Meya-Der û dayikê aştiyê pêk tê biçin Dersimê.


 -Ji tecrûbeyên jinên pêvajoyên muzakereyê ya cîhanê divê mînak bê girtin û komîsyonek jinan a lêkolîna heqîqetê bê avakirin.


-Her wiha tacîz, tecawzî û qirkirina jinê di çarçoveya sûcên şer de bên dest girtin.”


(la)