Pîra 103’ê salîk jî vegeriya Kobanê
14:01
JINHA
RIHA – Paşdevegera welatiyên Kobanê yên ji ber şer derbazî aliyê bakur bûyîbûn li Deriyê Sînor yê Murşîdtpinar re berdewam dike. Pîra 103 salî Êdo Selah ji Pirsusê carekedinê vegeriya axa jê dayîk bûyî.
Li gel temenê xwe yê mezin jî pîra bi navê Êdo Selah xwest vegere gundê xwe. Pîra Êdo ser pişta yek ji malbata xwe carekedinê vegeriya Kobanê. Êdo Selah diyar kir ku dema buka wê axa xwe terikandiye hatine Pirsusê felc derbaz kiriye. Êdo da zanîn ku ew kêfxweşin carekedinê vegerin gundê xwe û got: “Ezê vegerim gundê xwe, heger bimirim bila ez li wê bimirim.” Dema ku Êdo Selah li Deriyê Sînor re derbaz bû û ber bi gundê xwe çu kêfxweşiyê xwe li ser ruyê wê nîşan dida.
Malbat paşde vedigerin
Li aliyê dinê welatiyên ji Kobanê hatine aliyê Bêrecûkê jî jin, zarok û pîr her kes paş de vedigerin. Ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hat ragihandin k udi van her du rojên dawiyê de bi hezaran mirov paşde vegeriyane Kobanê.
(zt)

