Li Elîgorê tundiya polîsan
14:12
JINHA
RIHA - Hevserokê DBP'a Kerboranê Abdurahman Aslan ji bo piştgiriyê bide berxwdana ser sînor çû Pirsûsê ji hêla polîsan ve hat derbkirin. Abdurahman hat binçavkirin û rojnameger Faruk Siyahkoç ê ku xwest vê yekê bikşîne kamerayê ji hêla polîsên sivîl ve hat derbkirin.
Ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê di nava wan de Hevserokê DBP'a Kerboranê Abdurahman Aslan jî hebû gelek kes ji Kerboranê ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin. Wesayîtên DBP'iyan li noqteya lêgerînê ya li taxa Elîgorê hat rawestandin. Polîsan nasname di GTB'ê de derbas kirin û dawiyê nehiştin têkevin navçeyê. Li ser vê yekê di navbera gel û polîsan de rageşî derket.
Polîsan li Abdurahman xistin û rojnamegerê ku li Şaredariya Kerboranê dixebite Faruk Siyahkoç ê ku xwed vê yekê bikşîne rastî lêdana polîsên sivîl hat. Rojnameger Faruk ê ku ji serê xwe derb xwar serê wî birîn bû. Faruk li gel ku nasnameya xwe ya çapemeniyê nîşanî polîsan da jî rastî lêdanê hatiye û wiha got: "Polîsek sivîl ji nav wan derket û bi aliyê min de hat. Ji min re got 'tu çima dikşîne' û derbek li serê min da. Ruyê mşn di nava xwînê de ma."
Welatî hê jî li noqteya lêgerînê tên rawestandin û Abdurahman jî ji hêla polîsan e hat binçavkirin.
(zt)

