YPG’ê gûndê Helinc yê Kobanê ji çeteyan paqijkir
14:14
JINHA
KOBANÊ – Şer û pevçûnên ku di 15’ê Îlonê bi mebêsta dagirkirina Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dike. Di encama şer û pevçûnên şevê din li herêma Kobanê 16 çete hatin kuştin,2 doçkyên 23, dokçakî 14.5 û hawanek, 6 tirimpêl, tangek, motorek hatin rûxandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand şer û pevçûnên ku di 15’ê Îlonê bi mebêsta dagirkirina Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dike. Di encama şer û pevçûnên şevê din li herêma Kobanê 16 çete hatin kuştin,2 doçkyên 23, dokçakî 14.5 û hawanek, 6 tirimpêl, tangek, motorek hatin rûxandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê encama şer û pevçnûn şevê din li herêma Kobanê rûdayin eşkere kir. Li gorî malpera fermî ya YPG’ê daxuyani wiha ye: “Çeteyên ku piştî berxwedan û çalakiyên hêzên me li eniya rojhilat pêşveçûna wan hatibû sekinandin, ji eniya rojava û başûr êrîşan saz dike. Di vê çerçovê de şevê din heya sere sibê li gundê Helinc û derdorê wê pevçunên dijwar hatin jiyan kirin. Hêzên me êrîş birin li ser vî gundê ku çete têdabûn, gund ji çeteyan hat paqij kirin. Li vir doçkakî 23, dokçakî 14.5 û hawanek hat ruxandin û bi dehan çetayan hatiye kuştin.
Hêzên me êrîşek bir li ser çeteyên ku xwe li girê Kulîlkê û Savamayê Rovî ya ku dikeve başûra gundê Helinc bicih kiribûn. Girê Kulîlke ji çeteyan hatiye standin û li Savamayê Rovî jî doçkakî 23 a çeteyan hatiye ruxandin.
Hêzên me li gundê Susanê û Til Xezalê dikeve rojava û başûrê rojavayê Kobanê jî derb li çeteyan xistin. Hêzên me çeteyan kişandin nava gundê Susanê û piştra êrîş birin li ser wan û derbên giran li wan dan. Qasî hatiye zelal kirin li vir 9 çete hatiye kuştin. Heman demê de li ser rêya Til Xezal jî yekîneyêk çeteyan ku di nav tevgerê de ûn hat hedefkirin. Wesaîte ku hatibû hedef girtin bi temamî hatiye ruxandin û 7 çete hatiye kuştin.
Wekî hêzên Burkan El Fırat li gundê Sirtik a dikeve başûra rojavayê Kobanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakî de 1 tank û 3 wesaît hat ruxandin û bi dehan çete hatiye kuştin.
Li hember çeteyan nêzikî gunde Kontînkarê ku li heman eniye ye jî çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakî de 2 wesaît û motorêk hatiye ruxandind. Lê hejmara çeteyên ku di çalakî de hatiye kuştin û birîndarkirin nehatiye zelalkirin.”
(zt)
