Keça ciwan çeka kurxalê xwe li erdê nehişt
14:24
JINHA
EFRÎN - Bi hezaran welatiyên Herêma Efrînê cenazeyê şervanê Eniya El-Ekrad Rûstem Cûdî ku li bajarê Helebê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Ş. Refîq oxir kirin û keça xalê wî jî tevlîbûna xwe ya nava YPJ’ê ragihand. Her wiha di merasîma oxirkirinê de nasnameya şervanê YPG’ê Dijwar Efrîn ku li bajarê Qamîşlo jiyana xwe ji dest dabû, hate ragihandin.
Bi armanca oxirkirina cenazeyên şervanê Eniya El-Ekrad ku li bajarê Helebê jiyana xwe ji dest dabû, bi hezaran welatiyên herêma Efrînê li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. piştî girseya gel cenaze wergirtin bi karwanekî tirimpêlan ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera ya Efrînê ve ketin rê.
Piştî karwanê cenazeyê gihîşte goristanê, li vir bi deqeyeke rêzgirtinê merasîmeke leşkerî dest pê kir. piştre li ser navê Wezareta Parastinê , Tugaya Eniya El-Ekrad, Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM), Saziya Malbatên Şehîdan, Wezareta Karûbarên Olî û malbata têkoşer Rûstem axaftin hatin kirin .
Axaftvanan bal kişandin ser geşedanên dawiyê li hersê herêmên Rojava û bi taybet êrîşên hov ên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê û diyar kirin ku ew ê heta dawî xeta şehîdên xwe bişopînin.
Di merasîmê de her wiha Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê YPG’ê Dijwar Efrîn ku li Qamîşlo jiyana xwe ji dest dabû ragihand.
Her wiha di merasîmê de keçxalê (xaletî) a bi navê Evîn Koşel beşdarbûna xwe ya nava hêzên YPJ’ê ragihand. Piştre cenazeyê têkoşer Rûstem li gel tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.
(zt)
