Di nav Sûrên Amedê de atolyeyeke ferfûrê

14:22

Esra Gultekîn /JINHA


AMED -  Zubeyde Unye 2 sal beriya niha li Sûra Amedê bi hevalekê xwe re bi navê Pia atolyeya  ferfûrê vekir.  Zubeyde, da zanîn ku şekil dayîna heriyê hestek pir cûdaye û karekî pir sebr dixwaze û wiha got: “Dema bi heriyê re mijûl dibim şekl didim fikr û ramanê xwe jî.”


Zubeyde Unye beşa wêneyan a Fakulteya Hunerê ya Dokuz Eylul a Îzmîrê qedand. 2 sal beriya niha li Suriçi ya Amedê atolyêya  ferfûrê (seramik) vekir. Li vir tecrûbe û xebatên xwe ji kesên merakdar re par vedike. Eleqeya wê ya  ferfûrê hêj zanîngehê dest pê kiriye. Ji dersên wêneyan derketiye û berê xwe dayê dersên  ferfûrê. Li gorî Zubeydeyê dema bi heriyê re mijûl dibe şekl dide fikr û ramanê xwe jî.


Li Sûra Amedê atolyeya ferfûrê


Zubeyde, destnîşan kir ku li ser erdnegariya Mezopotamyayê gelek berhemên  ferfûrê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Amedê atolyeya  ferfûrê nîne. Atolyeyên ku di bin banê şaredariyên BDP’ê dixebitin hene. Kesên ku ji ferfûrê re eleqedarin tên atolyeya me. Beşa ku em berhemên xwe difroşin jî heye.  3 mehin li vir em kurs jî didin. Eleqeyek baş li hemberî kursan tê nîşandan.”


‘Motîfên herêmê li ser ferfûrê neqş dikin’


Zubeyde, di axaftina xwe de bal kişand ser motîfên berhemên xwe û da zanîn ku motîfên ku çanda vê herêmî nîşan dide li ser  ferfûrê neqş dikin. Zubeyde, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li ser sparîşan jî dixebitin. Bi taybetî jî turist merakqadarê atolyeyê ne. Mijuliya bi heriyê re kêyfxweşiyeke mezin dide min. Di nava civakê de wekî karê mêran tê dîtin. Lê di esasê xwe de wisa nîne. Ev kar karê jinê ye.  Şekil dayîna heriyê hestek pir cûdaye. Ev karekî pir sebr dixwaze.”


‘Li Sûrê ruhê jiyanê heye’


Zubeyde, got ku vekirina atolyeyê ya li Sûrê gelek baş bû û wiha got: “Em li vir xwe bi ewle his dikin. Li vir hêj têkiliya cîrantiyê têk neçûye. Danûstanên ku mirovan hestiyar dike rojane pêk tê. Çend bandora şerê bi salan li Amedê hebe jî li vir hêj ruhê jiyanê heye.”


Zubeyde, di axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiya civakê û destnîşan kir ku zehmetiya her karî heye û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Jin li her qadê ked dide lê heqdestê xwe nikare bistine.  Li qada ku ez dixebitim jî heman tişt heye.  Ez hewldidim ku li ser piyê xwe bimînim, têbikoşim û berxwebidim. Divê hemû jin jî berxwe bidin û têkoşîna xwe ya jiyanê bilind bikin.


 Zubeyde di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser navê atolyeyê û wiha got: “Navê atolyeyê Pia ye. Tê wateya ‘bi hevra’. Em du heval bûn ku me dest bi vê xebata atolyeyê kir ji ber vê sedemê me navê atolyeyê kir Pia.


Wêne – Dîmen: Esra Gultekîn


(la)