Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Wanê: Roj roja şere
15:37
JINHA
WAN – Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Wanê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê şermezar kir û got: “Roj roja şere. Divê jin, mêr, zarok, pîr û kal her kes alîkarî bidin berxwedana Kobanê. Kobanê emin û em jî Kobanê ne. Emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer bikin û Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê azad bikin.”
Ji 15’ê Îlonê heya niha êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê berdewame. Ev êrîşên hovane li tevahiya bakurê Kurdistanê bûye sedema bilindbûna hêrsê. Welatî hem ji bo tevahî Rojava alîkariyê kom dikin û hem jî ji bo beşdariya berxwedana Kobanê bangên hestiyariyê dikin. Jinan ji bo alîkariya berxwedana Kobanê banga seferberiyê kirine. Li Wanê jî hem ji bo tevlîbûna berxwedana Kobanê welatî di herikin ser sînor û hem jî welatiyên Wanê ji bo tevlîbûna berxwedanê banga hestiyariyê dikin. Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Wanê jî bi boneya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên hovane li hemberî Kobanê daxuyanî dan çapemeniyê. Navenda Rêxistina DBP’ê ya Wanê jî bi heman armancê ji ser rêya Cumhuryetê heya Bêşyol Kavşagiyê belavokên destan belav kirin.
‘Kobanê emin, em jî Kobanê ne’
Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Wanê bi boneya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê serî de ser Şengal, Kobanê û tevahî Rojhilatanavîn daxuyanî dan. Ser navê dayîkan Leyla Duman got: “Ev 8 roj zêdetirin li Kobanê şerek dijwar heye. Ji çar aliyan ve DAIŞ êrîşî Kobanê dike. Lê zarokên me li ber xwe didin. Roj roja şere. Ez bang li hemû gelê kurd dikim: Divê jin, mêr, zarok, pîr û kal her kes alîkarî bidin berxwedana Kobanê. Kobanê emin û em jî Kobanê ne. Emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer bikin û Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê azad bikin.”
‘Em hêvîdarin din ava ew xwîna tu dirêjînê de tu dê bi xeniqê’
Leyla di axaftina xwe de bang li Erdogan jî kir ku wiha got: “Ey Erdogan tu misilmanek çawayê. Ma gelo dîn û îmanên te eve? Tu yê alîkariya wan bê îmanên ku bi navê misilmaniyê serê mirovan jêdikin dikê. Ji bîr neke ku misilmanî tuştek wiha nîne. Em hêvîdarin ku tu dê ni nava xwîna ku tu di rêjê de bi xeniqê.”
(zt)

