Li bakurê Kobanê şer dijwar dibe
15:43
Îlon
24
/ 2014
JINHA
KABONÊ - Şerê di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de bi dijwarî didome.
Çeteyên DAIŞ'ê ku êrîşî Kobanê kirin li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ'ê şer dijwar bû. Şerê ku li bakurê Kobanê dest pê kiriye bi dijwarî didome. Şevê din çeteyên DAIŞ'ê bi tank û topan êrîş kirin. Vê sibê çete hewl dan ku ji bakurojava û bakurê Kobanê êrîş bikin. Hêzên YPG/YPJ'ê demildest bersiv da vê hewldana çeteyan û pêşiya vê êrîşê girtin. Di şer de cenazeyê 4 çeteyan ketin destê şervanan. Êrîşên çeteyan ên ji rojava û rojhilat jî hatin şikandin.
(zt)
