Ketina Rihayê ji aliyê polîsan ve hate girtin

16:09

JINHA


RIHA - Herîkîna welatiyan a ber bi navçeya Pirsus ya Rihayê ya bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê didome û ketina navenda Riha û navçeya Pirsusê ji aliyê polîsan ve hate girtin. Li Pirsusê 3 rojin êrîşa polîsan berdewam dike û di dema êrîşê de polîs biraziyê Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim Berzo Huseyîn darp kirin.

Herîkîna welatiyan a ber bi navçeya Pirsus ya Rihayê ya bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê didome û ji bo welatî neçin Pirsusê polîsan ketina Rihayê girtin. Polîsên li herêma Hîlvan riya Riha-Amedê, li herêma Pirsusê riya Dîlok-Riha û herêma Çamlidere rya Riha-Mêrdînê girtin û welatiyên ji li çar aliyên Tirkiyeyê tên ji ailyê polîsan ve tên astengkirin. Hate zanîn ku ji Pirsus û Rihayê re ji Enqere, Stenbol, Amed, Mêrdîn, Dîlok û çar navçeyên Rihayê her tim polîs tên sewqkirin.

Wesayîtên mamosteyan hatin rawestandin

Wesayêtên endamên Egîtîm Senê yên ji Wêranşar, Qoser, Nisêbîn, Dêrîk û Serêkaniyê diçin Pirsusê di ketina Rihayê de hatin rawestandin. Tê gotin kesên di wesayîtan de destûra lêgerîna nasnameyan nedan û polîsan ji wan re got, "Ewlehiya canê we tuneye" destûra wesayîtan neda biçin Pirsusê. Nûnerê Egîtîm Senê yê Wêranşarê Celîl Çelebî wiha got: "Xwestin nasnameyan kontrol bikin em li dijî derketin. Pişt re jî bi hinceta ewlehiya canê me tuneye me didin sekinandin." Wesatiyên Egîtîm Seniyan didin sekinandin.

Welatiyên Kobané li Pirsusê rastî şîdeta polîsan hatin

Li navçeya Pirsusê ya Rihayê 3 rojin polîs û leşker bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên rast êrîşê li welatiyan dikin. Di encama êrîşan de gelek welatî birîndar bûn û welatiyên ji Kobanê hatin jî rastî şîdeta polîsan hatin. Biraziyê Hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm ê ku 3 roj berê malbata xwe anî Pirsûsê û vegeriyan Berzo Huseyîn ji aliyê polîsan ve hate darpkirin. Berzo li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê tên darmankirin diyar kir ku ji gundê Miqtê yê Kobanê hat û dixwaze careke din veger û wiha got: "Ez li navenda navçeyê bûm. Polîsan de bi êrîşê kir. Dema ez ji ber ava şid ketim erdê polîs hatin li min dan. Min ji wan re got ez ji Kobanê hatim lê bi gotina 'Me elqedar nake' û lêdana xwe berdewam kir."

(zt)