Li Edeneyê qeza: 2 mirî û 8 birîndar

16:15

JINHA


EDENE - Li navçeya Ceyhana Edeneyê 9 TIR û 4 wesayit li hev qelibîn qezaya zîncîrî pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di encama qezayê de 2 kesan jiyana ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn. 

Li navçeya Ceyhana Edeneyê di saetên nîvro de ji ber ku zeviyên li derdora rêya D-400 hatibû şewitandin û her der di bin dukelê de mabû û ajokaran pêşiya xwe nedidîtin qezaya trafîkê pêk hat. 9 TIR, 4 wesayît bi giştî 16 wesayit li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 kesî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bû. Kesên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê. 

Ji ber qezaya trafîkê rêya D-400 ya Ceyhan û Osmaniyeyê demek dirêj ji trafîkê re hat girtin. 

(zt)