Sînor di bin kontrola gel de ye

16:39

JINHA


RIHA - Welatiyên ku ev bi rojane li Pirsûse li hemberî êrîşên hêzên dewletê li berxwe ddiin, 25 km sînorê Pirsûs û Kobanê xistin di bin kontrola xwe de. Welatî wiha hewl didin derbasbûna çetayan asteng bikin. 

Welatiyên ji Mêrdîn, Edene, Êlih, Colemêrg, Wan, Mûş û Mêrsînê ji bo piştgirî bidin berxwedana Kobane ya di bin êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ye li ser sînorê Kobanê dest bi çalakiyek nû kirin. Welatiyên ji Êlih û Colemêrgê hatine li gundê Alîzera, welatiyên ji Mûş, Mêrsîn, Edene û Mêrdînê hatine jî li gundê Kopê li ser sînor dest bi çalakiyê kirin. Welatî hewl didin ku derbasbûnên çeteyan asteng bikin. Welatiyên ku di nav de parlamenter û şaredar jî hene, dê li ser sînorê gundên Etmanik, Mexsen, Zehwan, Kozika, Mersimêl, Mûsik, Oğan, Teretere, Xerebesk, Kop û Alîzera nobetê bigirin. Li cihên ku welatiyan dest bi çalakiyê kirine hêzên dewletê jî bi heman şiklî tedbîr girtine. Welatî diyar dikin ku heta çete ji Kobanê bên paqijkirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin. 

Li aliyê din hate diyarkirin ku welatiyên ji Kobanê hatine vî alî û niha dixwazin paşve vegerin Kobanê ji aliyê leşkerên tirk ve tên astengkirin. 

(zt)