Ji YPG'ê çalakiyên bi panzêr û çekên giran
16:44
Îlon
24
/ 2014
JINHA
KOBANÊ - Şervanên YPG'ê li rojavayê herêma Kobanê bi panzêr û çekên giran derbeyeke mezin li çeteyan DAIŞ'ê dan.
Li gorî çavkaniyên herêmî, şervanên YPG'ê îro saet di 14.00'an de li eniya rojavayê herêma Kobanê bi panzêr û çekên giran li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek lidarixstin. Di encama vê çalakiyê de çeteyên DAIŞ'ê derbeyekî mezin xwarin û neçar man ku paşde vekşin. Lê belê agahiyên derbarê hejmara kuştiyên çeteyan de nehate bidestxistin.
(zt)
