Cenazeyê Ahmet Mustefa şandin Kobanê

17:50

JINHA


RIHA - Cenazeyê Endamê YPG'ê Ahmet Mustefa yê ku 3 roj berê li rojhilat Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê birîndar bû û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê û pişt re birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê û li wir jiyana xwe ji dest da şandin Kobanê.

Cenazeyê Endamê YPG'ê Ahmet Mustefa ê ku di şerê li dijî çeteyan de li rojhilatê Kobanê birîndar bûn û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê dema dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da bi sloganên "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Şehîd namirin" li Deriyê Sînor ê Kobanê teslîmî Rojavahiyan hate kirin. Li deriyê sînor Dayîka Aştiyê Selvî Ustunç, diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê dewletên hegemonîk û AKP'ê kirin belaya serê kurdan û wiha got: "Em Kobanê nadin. Kobanê Pirsus e. Em hemû amadene ji bo Kobanê jiyana xwe bidin."

(zt)