Li ser sînor teqîn: 3 zarok bi giranî birîndar bûn
19:46
JINHA
RIHA - Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, zarokên Kobanê ku ji kantonê koçber bûn, ketin zeviya mayînan û di encama teqîna mayînan de 3 zarok bi giranî birîndar bûn.
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kantona Kobanê kirin, gelek malbat berê xwe dan navçeya Pirsûsa Rihayê û malbata ku xwest derbasî Pirsûsê bibin, li nêzî deriyê sînor yê Murşîtpinarê ketin zeviya mayînan û mayîn teqiyan. Di encama teqîna mayînan de zarokên bi navê; Ahmet Mistefa (14), Mazhar Mahmud (7) û Diyar Elî (12) bi giranî birîndar bûn. Zarokên ku birîndar bûn anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û piştî mudaxaleyan sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan kirin. Hat hîn bûn ku rewşa zarokan giran e.
Hat gotin ku, zarokên birîndar li ser sînor bi saetan di ambûlansê de hatine rawestandin.
(zt)

