Dîsa jin û dîsa zehmetî

09:35

JINHA


RIHA - Bira, bav û hevjînê Fîdar Hasan ku bi çar zarokên xwe yên biçûk re ancax xwe xilas kirine niha di çeperên şer de ne. Fîdar dibêje ku ew perîşan bûne.


Jina bi navê Fîdar Hasan diyar kir ku hevjîn û birayê wê di çeperên şer de ne û wiha got: “Dema DAIŞ êrîş kir ez û zarokên xwe tene li mal bûn. Min zarokeke xwe li mile xwe kir û bi destên yên din girt û min wan bi erde re kaş kir heta em gihîştin gundê kêlekê. Piştî demekê DAIŞ kete gundê cîranê me û careke din ligel her 4 zarokên min yên biçûk em bi riyan ketin. Ji bo zarokên min nekevin destên DAIŞ em 2 rojan meşiyan û em gihîştin sînorê Bakûr.”


‘Sînor li me girtin û nedihîştin em derbas bibin’


Fîdar diyar kir ku dema ew gihîştine sînor kêfxweş bû ye ku zarokên xwe xilas kiriye lê îcar rastî astengiyên leşkerên tirk hatiye û wiha pêl da axaftina xwe: “Sînor li me girtin û nedihîştin em derbas bibin. Heta em dane ber guleyan jî. Lê herî dawî em bi alîkariya gundiyên Bakûr derbas bûn.”


Fîdar derbirî ku ew niha nizane bê ka bira, hevjîn, bav û kesûkarê wê di çi halî de ne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez nizanim kesûkarên min di çi halî de ne û li kuderê ne. Em li van deran rezil bûn. Ev zilm çiye tînin serên me.”


 


(ekip/ag)