‘Bila her tiştên min here lê Kobanê neçe’

09:40

JINHA


RIHA - Suleyman Mahmûd Osman ku temenê wî 73’yê derbasî Bakûr bû ye lê hiş û mejiyê wî li ser Kobanê ye. Suleyman ku hevjîn, 2 keç, kurek û bûka wî niha di çeperên şer de ne dibêje ku ew jî dixwaze di çeperên şer de ji YPG’ê re bibe alîkar û vê yekê bi van gotinan tîne ziman: “Bila her tiştên min here; mal, milk û can. Lê bila Kobanê neçe. Ger Kobanê biçe ez ê bimirim.”


Di berxwedana Kobanê de gelek mînakên balkêş hene. Her çiqas dewleta tirk û çapemenî nûçeyên mîna “Kobanê vala bûye” belav bike jî, ev yek ji hêla hemwelatiyên extiyar yên Kobanê ve tên derewandin. Suleyman Mahmud Osman ku niha hevjîn, 2 keç, bûkek û kurê wî ji bo parastina Kobanê di çeperên şer de xwîn û xweydanê dirijînin mînakek ji wan mînakên ku van gotegota vala derdixîne ye. Suleyman Mahmud Osman ji Aşmê’ya Kobanê ye û niha li Aşmêya Bêrecûkê ye. Beriya Şerê Cîhanêyî  Yekemîn her du Aşmê gundek bûn. Qedera vî gundî jî weke gundên seranserê sînorê Rojava, Bakûr, Başûr û Rojhilat ku hatine parçekirin bû. Her çiqas sînor di navbera malbatan de hatibin honandin jî ev sînor bandor li ser hestan nekiriye. Lewre îro Suleyman dema serê wî ketiye tengasiyê xwe avêtiye gundê Aşmêya serxetê.


‘Me ciwan û extiyaran di çeperên şer de li ber xwe da’


Suleyman ku temenê wî 73’ye ligel ku malbata wî tev niha de çeperên şer de ye ew bi tena serê xwe li Aşmêya Bêrecûkê ye. Suleyman dibêje ku hedana wî nayê û ew jî dixwaze here şer. Suleyman wiha got: “Me li hemberî DAIŞ gelek li ber xwe da. Me got ku em dest ji YPG’ê, şeref û namusa xwe bernadin. Me ciwan û extiyaran di çeperên şer de li ber xwe da. Bi top û hawanan êrîşî gundên me dikirin. Piştre mala min hilweşiya. Her tiştên min çû. Me xistibû serê xwe ku em jiyana xwe jî ji dest bidin dest ji hevalan bernadin.”


‘Nihe kes ji me nizane kî li kuderê y’


Suleyman dibêje ku ji ber piştî demekê êdî hewkaribûn li ber top û tankên DAIŞ’ê rawesitin her malek bi milekî ve çûye û wiha dom kir: “Nihe kes ji me nizane kî li kuderê ye. Em tert û belav bûn. Kî sax e kî miriye. Ji ber ku temenê min mezin bû kurê min min derbasî Aşmêya Bêrecûkê kir û careke din vegeriya şer.”


‘Ger Kobanê biçe ez ê bimirim’


Ne tene kurê Suleyman her wiha hevjîn, 2 keç û bûka wî jî niha di çeperên şer de ye. Suleyman diyar dike ku hevjîna wî xwarinê ji şervanan re çêdike û ev yek jî nişan dide di şoreşê de herkese bixwaze dikare keda xwe tevlî şoreşê bike. Suleyman ku dile wî ji bo Rojava lê dide di dawiya axaftina xwe de van gotinan dibêje: “Ez jî dixwazim derbasî Kobanê bibim û di çeperên şer de ji YPG’ê re bibim alîkar. Bila her tiştên min here; mal, milk û can. Lê bila Kobanê neçe. Ger Kobanê biçe ez ê bimirim.”


 


(ekip/ag)