Berxwedana jinên Kobanê ya ser sînor
10:24
JINHA
RIHA – Jinên ji gundê Bexdik yê Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane hatine li gundê Kop yê Pirsusê bicîh bûne bang li hemû kurdan kirin kul i hemberî çeteyên DAIŞ’ê tekoşînê bilind bikin. Jinan diyar kirin ku dê heya dawiyê li gel YPJ û YPG’ê bin.
Jinên ji gundên Kobanê ji ber sedema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane hatine ser sînor ji bo ku gundê wan ji çeteyan bê rizgar kirin başdarî berxwedana ser sînor dibin. Jinên Kobaniyê ku ser sînor li gundê Kop ê bi cîh bûne, qet naxwazin ji gundê xwe durketine. Jinan diyar kirin ku dê heya dawiyê li gel YPG û YPJ’ê bin. Jin bi şev û roj li ser xeta sînor ya sifirê di rawestin û alîkariya berxwedanê dikin.
‘Ezê biçim beşdarî YPJ’ê bibim’
Dayîka 4 zarokan Amel Îbrahîm ya k udi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bûyî got: “Cîranên me yên ereb îxanet l ime kirin. Alîkariya çeteyan kirin û malên me talan kirin. Hevserê min di şer dene. DAIŞ’ê mala me bomba kir. Mala me şewitî û ez jî birîndar bûm. Lingên mink û gelek deverên laşê min şewitîn. Ez nikarim bir ê de biçim. Min ne dixwest ez bêm vî aliyê sînor. Ji bo neyêm heya dawiyê min li ber xwe da. Heya dawiyê şervanên YPG û YPJ’ê li piş pişta mene. Emê jî heya dawiyê alîkariyê bidin berxwedana wan.” Amel anî ziman ku bi tayîbetî şervanên YPJ’ê berxwedanek bê hempa didin meşandin û wiha berdewam kir: “Ez dayîka 4 zarokanim. Ez û zarokên xwe emê heya dawiyê li gel YPG û YPJ’ê bin û li gel wan li berxwe bidin. Ezê biçim beşdarî YPJ’ê bibim.”
‘Dê gelê Kobanê bi ser bikevin’
Gulê Ahmed jî da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundên derdora Kobanê kirin û wiha domand: “Hemû ciwanên gundên me beşdarî nava YPG û YPJ’ê bûn û li ber xwe didin. Gelê bakurê Kurdistanê jî li ber xwe didin. Em jî li Kobanê ber xwedidin. Jin, mêr keç û kurên me di çeperan de li ber xwe didin. Di dawiyê d e dê Kobanê bi ser keve dê gelê me qazanc bike.”
‘Ciwanên me şer dikin’
Hawa Memê ya ji gundê Spenkren yê Kobanê jî wiha got: “Me mal, milk, rez, pez û her tuştên xwe bi cîh hêla em hatin. DAIŞ’ê bi tangan êrîşî me kir. Çeteyan hemû tuştên me talan kirin û dizîn. Me destê zarokên xwe girt û em hatin. YPG, YPJ û ciwanên me şer dikin, em jî alîkariyê didin wan.”
‘Ev rê rêya serkeftinêye’
Sabah Îbrahîm jî diyar kir ku rêya YPG û YPJ’ê rêya serkeftinê ye û wiha dom kir: “Em jin tenê me sînor derbas kir. Hemû ciwanên me li wê din ava berxwedanê de cîh girtine. Emê jî heya dawiyê li ber xwe bidin. Ev rê rêya serkeftinêye. Bijî YPG, bijî YPJ.”
(zt)

