‘Divê jin li hemberî DAIŞ’ê rabin raperînê’

11:40

Handan Tufan / JINHA


İZMİR Endam Platforma Piştevanî û Dostaniya Suryaniyan ya Îzmîrê Zeynep Tozduman û  Darhinêr Eylem Şen êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kantona Kobanê nirxand diyar kirin ku dê weke jinên Tirkiyê li hemberî zilma çeteyên DAIŞ’ê rabin ser piyan û heger bê xwestin dê biçin di eniyan de jî cîh bigirin.


Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê bertek her ku diçe zêde dibe. Endam Platforma Piştevanî û Dostaniya Suryaniyan ya Îzmîrê Zeynep Tozduman jî bertek nîşanî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser kantona Kobanê da û got: “Hîna qirkirina ser gelê Şengalê ne sekiniyî vê carê jî ev 11 rojin ser kantona Kobanê êrîşên giran hene. Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi çekên giran ser Kobanê li gelek cihan dibe sedema nerazîbûnan. Heger li hemberî van êrîşan gelên Rojhilatanavîn xwe nekin yek dê rastî qirkirin û êşên hêj mezintir bên.”


‘Bê xwesin emê biçin de çeperan de cîh bigirin’


Zeynep da zanîn kul i hemberî êrîşên DAIŞ’ê gelê kurd di nava berxwedanek mezin denin û heya dawiyê ewê jî li gel berxwedana gelê kurd cîh bigirin û wiha got: “Heger bê xwestin emê biçin di çeperên Kobanê de cîh bigirin û beşdarî berxwedana wan bibin. Em jin di zanin ku bi her yek ji me bi serê xwe rizgarbûn nîne. Emê bi hev re tekoşînê bilind bikin û vê DAIŞ’ê ji Rojhilata navîn derxînin. Yan jî emê bi hev re ser vê axê bimirin. Heger em hêza xwe bikin yek dê di dawiyê de Rojhilatanavîn ji bo DAIŞ’ê bibe goristan.”


‘Marê ku bi we ve nade bi hinekdinê ve dide’


Derhinêr Eylem Şen jî qirkirinên DAIŞ’ê wiha nirxand: “Tenê kêliyek jî be bifikirin zarokên we, dayîka we, bavê we yan jî heskiriyekî we ji ber zilma DAIŞ’ê tê qetilkirin, tê sîrgun kirin yan jî tê tecawîz kirin. Gelo hunê çî bikin? Heger ji hezaran yek jî hun ser Şengalê bifikirin hên bê deng nemînin. Marê ku bi we ve nade zarokên hinekedinê qetildike, bi wê mezin dibe, dê rojekê dora we jî bê. Dêvê di aliyê madî û mandwî de alîkariya koçberên ji ber zilma DAIŞ’ê di revin bên kirin. Divê ji bo perçiqandina vî marî her kes piştevaniya kesên li hember vî marî berxwedanê dikin bê kirin. Divê her kes li hemberî DAIŞ, qirkrinên DAIŞ’ê û hikumeta AKP’ê ya ku alîkariya wan dike bibin yek û li hemberî wan berxwedanê bilind bikin. Ne sibê îro û hema niha.”


 (zt)