Li ser sînor nokteyên asayîşê hatin danîn
11:44
JINHA
RIHA - Welatiyên ku ji bo piştgirî bidin berxwedana Kobanê ku ev bi rojane çeteyên DAIŞ'ê êriş lê dikin, boneya astengkirina derbasbûna endamên çeteyan li ser sînor dest bi nobetê kirin.
Li gel ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê di 11'emîn roja xwe de bi hemû tundiya xwe didome, welatiyên bi boneya piştgirî bidin berxwedanê hatine ser sînorê navçeya Pirsûsa Rihayê jî li ser sînor dest bi nobetê kirin. Welatî ji bo derbasbûna çeteyan ya ji sînor li ser xeta 25 km yan 15 noktayên asayîşê ava kirin. Welatî li ser sînorê gundên Edmanik, Mehser, Zehwan, Kazika, Merdêsimêl, Musik, Kop, Xerebesk, Elîzêr, Perepere, Oxan, Boydê, Hanêrk, Tilwerdan u Siwêdê nokteyên nobetê ava kirin. Welatiyên ji Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Êlih, Colemêrg, Mûş, Erzirom, Wan û Sêrtê hatine li vê derê nobetê digirin. Welatî di nokteyên asayîşê de nasnameyên kesên tên vê derê kontrol dikin.
Di vê navberê de hate gotin ku dema dibe şev li van gundan ceyran tê birîn û telefon jî nakêjin. Şevêdin li ser sînor her wiha hin wesayîtên sivîl jî çûn hatin. Ev jî bû sedema gotinên "Ji çeteyan re cebirxane dibin"
(zt)

