Zaroka pêli mayinê kir jiyana xwe ji dest da
11:47
JINHA
RIHA - Zaroka bi nave Mazhar Mahmud dema ku ji Kobanê koçber dibû pê li mayinê kir û jiyana xwe ji dest da. Li Kobanê 2 kesên birîndar ku ji bo dermankirinê anîbûn Rihayê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
Li Kantona Kobanê welatiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koçberî derdora gundê Yumurtalik ê navçeya Pirsûsê bûn, ketin nav erdê bi mayin. Di encama teqîna mayinan de 3 zarok bi giranî birîndar bûn û ji zarokên birîndar zarokekî jiyana xwe ji dest da. Zarokên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Ligel hemû mudaxeleyên tendûrîstî zarokê bi navê Mazhar Mahmudê 7 salî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mahmud ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipê ya Edlî. Piştî karê otopsiyê dê cenaze bişînin Kobanê.
Du birîndarê din jî jiyana xwe ji dest dan
Ji aliyê din 2 kesên ku di pevçûnên Kobanê de bi giranî birîndar bibûn û yek ji wan jin e ji bo dermankirinê anîbûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Jina bi navê Gelle Sîdo (30) û Agirî Berhat (24) ligel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Sîdo û Berhat jî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî. Piştî karê otopsiyê dê cenazeyan bişînin Kobanê.
(zt)

