Erdogan li NY'ê bêbingeh diaxive

11:59

JINHA


RIHA - Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan xwe dipêre îdiaya ku 150 hezar rojavayiyên hatine Tirkiyeyê. Lê belê dane Erdogan vala derdixîne. Li gorî qeydên hatine girtin û çavdêriyan herî zêde 30 hezar kes ji Binxetê hatine û dawiyê jî gelek ji wan vegeriyan Binxetê.

Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan duh di axaftina xwe ya li 69'emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir de ji bo piştgiriya Tirkiyeyê ya DAIŞ'ê veşêre îdia kir ku di nava 5 rojan de 150 hezar kurd hatine Tirkiyeyê. Berovajî Erdogan çevkaniyên herêmî ragihandin ku heta niha herî zêde 30 hezar kes hatine. Di nava van 3 rojên dawî de gelek ji wan paşde vegeriyane, lê belê polîs û leşkerên di bin fermana wî de bi darê zorê nahêlin ku welatî vegerin û vê yekê ji nedîtî ve hat. Hikûmeta bêbingeh a Erdogan li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê bi hezaran polîs û leşker bi cih kirine ji bo pêşiya vegerê bigirin bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên rastîn bi kar tînin. 

Herî zêde 30 hezar welatî hatin

Erdogan ê ku hewl da bê Tirkiye çi qasî xwedî li welatiyên hatine derketiye nîşan bide îdia kir ku 150 hezar kurd hatine Tirkiyeyê. Li hemberî ev îdiayên Erdogan Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez diyar kir ku li gorî qeydên ku wan girtine û çavdêriya wan herî zêde 30 hezar welatî hatine û gelek ji wan jî dawiyê paşde vegeriyane. Zuhal bilêv kir ku medyaya tirk a sereke her tim di nava hewldana berovajîkirina vê rastiyê de ne, bi nûçeyên derewîn raya giştî berhêlî şaştiyê dike û da zanîn ku Erdogan û hikûmeta wî jî vê reyê dişopînin. Zuhal bi bîr xist ku ciwanên ku zarok, jin, kal û pîrên anîn Serxetê şûnde ji bo şer bikin dîsa vegeriyane. 

Ne DAIŞ NY sûcdar e!

Erdogan l, şûna ku tevlî tevdîrên li dijî çeteyên DAIŞ'ê bibe, ji derveyî Tirkiyeyê hemû deverên din bi van gotinan sûcdar kir: "Girseyên ku hêviya xwe ji saziyên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) birîne ji neçarî ketine dafika terorê." Ligel ku rojeva NY'ê terora DAIŞ'ê bû jî hewl da bala her kesî bikşîne ser Israîlê û bi vî awayî xwest lêhurbûna li ser DAIŞ'ê lawaz bike.

Hejmar hincet e, armanc tampon e

Erdogan û rayedarên hikûmetê her tim îdia dikin ku gelek welatî hatine vî alî. Di bin van îdiayan de hewldana valakirina Kobanê û li ser sînor herêma tampon ava bike heye. Tê gotin ku bi hejmarên ji rastiyê dûr in armanc dikin ku hewldana ku avakirina herêma tampon di nava hêzên navneteweyî û raya giştî de rewa nîşan bide. 

(zt)